Post has attachment
Burhan Berken - Gulfiroş (Helbesta Cegerxwîn)

Gotinên Stranê:

ez ji xew rabûm, gulfiroşek dî,
pir gelek şa bûm, gul bi dil didî.
gul bi dil didî.

hebû me yek dil, tev jan û kul bû,
ne bûme bawer, gul bi dil bidî.
gul bi dil bidî.
(...)
min can û dil dan, dil kiriye qêrîn,
go ho cegerxwîn, dil bi gul didî.
dil bi kul didî


Helbest
Cegerxwin - Gulfiroş
ez ji xew rabûm, gulfiroşek dî,
pir gelek şa bûm, gul bi dil didî.
gul bi dil didî.

hebû me yek dil, tev jan û kul bû,
ne bûme bawer, gul bi dil bidî.
gul bi dil bidî.

bazar me kir go, ser bi ser nadim,
ê gulperest bî, can û dil didî.
can û dil didî.

min go kî didî, can û dil bi gul,
go: ev bazar e, dil bi kul didî.
dil bi kul didî.

min can û dil dan, dil kiriye qêrîn,
go ho cegerxwîn, dil bi gul didî.
dil bi kul didî

Cegerxwîn


》Asoya Helbesta Kurdî

TÊKILÎ
》Facebook/Youtube: Asoya Helbesta Kurdî
》Twitter: @asoyahelbesta
》Emaîl: asoyahelbestakurdi@gmail.com
》》Google Play Asoya Helbesta Kurdî: https://play.google.com/store/apps/details?id=com.arges.sepan.helbest

Post has attachment
Jineke Cizîrî - Ban Dikim Çiyayê Gabar

Piştî şerê Cizîrê û komkujiyê jineke Cizîrî li hewşa mala xwe ya wêran bûyî bang li çiyayê Gabar dike.

ban dikim çiyayê gabar
tu çi qa hêşîn î
çiya ban dike çiyayê cudî
tu çi qa pir bilind î

xwe'j vî çiyayî berdin xwar
eva cizîr xira kir
çiyano çiya çiya
bang dikim hewe çiya
hawara me werin çiya
eva cizîr xira kir

Jina Cizîrî


》Asoya Helbesta Kurdî

TÊKILÎ
》Facebook/Youtube: Asoya Helbesta Kurdî
》Twitter: @asoyahelbesta
》Emaîl: asoyahelbestakurdi@gmail.com
》》Google Play Asoya Helbesta Kurdî: https://play.google.com/store/apps/details?id=com.arges.sepan.helbest

Post has attachment
Ji du stranbêjên Botî stranên Botanê.

Demhat Botan û Zekî Eruhî

Şemîranê
Pismamo
Serkaniyokê
De Lê Lê



》Asoya Helbesta Kurdî

TÊKILÎ
》Facebook/Youtube: Asoya Helbesta Kurdî
》Twitter: @asoyahelbesta
》Emaîl: asoyahelbestakurdi@gmail.com
》》Google Play Asoya Helbesta Kurdî: https://play.google.com/store/apps/details?id=com.arges.sepan.helbest

Post has attachment
ji dengê Serkan Aydogan helbesta Yildiz çakar - Derî 1

Di navbera derî û dilê xwe de mam
Li aliyek tu
Li aliyek derî
Ne destê min ji derî dibû û ne jî ji destên te.
Min çend payizên sar germ kir, ji bo her tiliyên te

Ne derî dev ji min berdida û ne ez ji te.
Di nav dubendiya êşê de mam
Bê demên deman bû qeder
di ferhenga dilê min de,
Bidawî nebû roj û şevên bê te
Niha ji ber mayînên êşên xwe didim kûştin,
Ta ku destê min bigîhîje te.

Bêsînor bû sînorên êşa dilê te,
li wir parçeyek ji te digerim,
da ku dilê xwe pîne bikim!
Li ber derî bûm û ez evînbûm,
Li ber te sekinandîbûm.
De bibêje!
Ji çi ditirsî?

Her ku dizivîrîm û li te dinêhêrtim
şikestinek ava dibû di destê min de,
Destê min li derî asê bûbû, tu li dilê min.
Evîn şeveke şevatok bû di dilê min de
Ez lavayek bi gazinç bûm li ber deriyê te,
Ne derî û ne ez me li hev nekir!
Pirek li ser dojehê bû navbera min û derî
Tirseke zarokane/ Reveke bêwate bû,
Her tilîka te janek û glokek agir bû .
Gelo kîjan aliyê derî bihûşta dil bû?

I
Hatina min a dinyayê ez tenê bûm û tu jî
çûyina min jî tenê ye û ya te jî

II
Gelo di turikê te de niha çi hene,
ji bilî kulmeke ax û kevirekî sipî?

III
Seyra herî xweş bû navê te,
Bi bablisokek belawela bû porên reş li ser te.
Wek meyê bû her rojên temenê te / min her rojên te vedixwar.
Bi Evdalê Zeynikê, Mem û Siyabend re.
Dizanim tu ji wek min û derî sûcdar e ,
Bêdengiya firtonê bû hembêza te, ez jî dareke xeşîm.

Niha pêlên xwe, êşên xwe diweşinim li ber deriyê te/
Deriyên ku ji bo careke din li min vebe.

Amed-2007


》Asoya Helbesta Kurdî

TÊKILÎ
》Facebook/Youtube: Asoya Helbesta Kurdî
》Twitter: @asoyahelbesta
》Emaîl: asoyahelbestakurdi@gmail.com
》》Google Play Asoya Helbesta Kurdî: https://play.google.com/store/apps/details?id=com.arges.sepan.helbest

Post has attachment
سلاو
Photo
Wait while more posts are being loaded